Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Ulebî: Sûrîye Her Destwerdaneke Derveyî Red Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > Ulebî: Sûrîye Her Destwerdaneke Derveyî Red Dike

Ulebî: Sûrîye Her Destwerdaneke Derveyî Red Dike

2 months ago
Ulebî: Sûrîye Her Destwerdaneke Derveyî Red Dike

New York-SANA

Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Ulebî, dîyar kir ku Sûrîye tekezîyê li ser mafê xwe yê mayînde yê pêkanîna serwerîya xwe li ser tevahîya axa xwe û redkirina her destwerdaneke derveyî ku gefê li aştîya navxweyî bixwe, dike. Her weha ji NY û Encumena Ewlekarîyê xwest ku bi awayekî cidî û bilez ji bo ragirtina êrîşên Îsraîlî yên li ser axa Sûrîyeyê tev bigerin.

Ulebî di daxuyanîyekê di rûniştina Encumena Ewlekarîyê ya derbarê Sûrîyê de got: “Bihêlin ku axaftina min a îro li ser niha be, ne bi behskirina wê, lê bi vegerandina we bo paşerojê, da ku em bi wê niha bibînin, û ez ê we ne pir, lê tenê hinekî vegerînim heman roja 19ê Mijdara 2024, rojeke wekî îro berî salekê, û bila em bi hev re bibînin ku Sûrîye di wan rojan de çawa bû, ango berî ku Sûrî karibin welatê xwe vegerînin û serbest bikin.”

Sûrîye Welatek Bû Ku Tirs û Zordestîyê Lê Hikum Dikir

Ulebî axaftina xwe wiha domand: “Di nav welatê min ê hezkirî de, Sûrîye wê demê, welatek bû ku tirs û zordestîyê lê hikum dikir, zincîrkirî bû, di nav qeydan de bû, welatek bû ku bajarên wî yek bi yek ber bi wêranî û xopanbûnê ve diçûn.”

Ulebî her wisa got: “Welatek bû ku mirov li ser banên girtîgehan digerîyan û hêvî dikirin ku yek ji wan nebe navê din di lîsteyên kesên bi zorê windakirî û qurbanîyên girtin û îşkenceyê de. Welatek bû ku xewna piranîya mezin a ciwanên wî çenteyekî rêwîtîyê bû, her çiqas biha qumara li ser qeyîkên mirinê bûya jî.”

Rejîma Berê Sûrî li Seranserê Cîhanê Belav Kir

Ulebî gotina xwe wiha berdewam kir û got: “Xirabîyên rejîma berê ne tenê bi gelê Sûrîyê sînordar bûn, lê belê gihîştin herêm û cîhanê jî, pîşesazîya mirinê bi cih kir û welat bi kunên narkotîk û kaptagonê tijî kir.”

Ulebî dîsa got: “Rejîmê Sûrîyê kiribû qadeke tundûtîjîyê di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de, û penagehek ji bo her cûre mîlîs û koman, û hawîrdorek ji bo tundrewî û terorîzm û navtêdana şidet û nefretê.”

Ulebî wiha domand: “Tiştê ku min got, ne xeyal bû û ne jî dîmeneke trajîk ji şanoyeke reş bû, lê rewşa Sûrîyê bû wê demê berî salekê, û ew dê rewşa wê ya îro bûya û dibe ku xirabtir jî bibûya, heke ne ji biryara gelê Sûrîyê ya rabûn û hilweşandina rejîma Esed bûya.”

Destkeftên Sûrîyê li Hundir û Derve di 11 Mehan de

Ulebî qala destkeftên Sûrîyê jî kir û got: “Min behsa demborîyê kir da ku hûn, ne ez, bi niha re bidin ber hev piştî 11 mehan tenê ji azadîyê, û ez ê di axaftina xwe de dirêj nekim bi behskirina her tiştê ku Sûrîyê piştî 11 mehan ji azadîyê bi dest xistiye.”

Ulebî gotina xwe berdewam kir û got: “Li ser asta navxweyî, em di hewldanên avakirina dewleta qanûnê de pêşve diçin, û ev yek di hewldanên Wezaretên Dadê û Navxweyî de xuya bû ku dest bi darizandinên giştî û vekirî kirin li hember hin girtîyên ji bermahîyên rejîmê û endamên serberdayî yên bûyerên Perava Sûrîyeyê.”

Ulebî qala destkeftên derveyî jî kir û wisa got: “Li ser asta derveyî, wekî ku we behs kir, di vê mehê de serdanên dîrokî û hevdîtinên girîng bi hejmarek ji serokên cîhanê û berpirsên welatên cîhanê re, di nav de her pênc welatên endamên daîmî yên Encumena Ewlekarîyê, pêk hatin.”

Îsraîl Êrîşên Xwe li Ser Sûrîyê Didomîne

Ulebî dîsa got: “Lêbelê, tevî lihevkirina navneteweyî, di nav de Encumena we ya rêzdar, ji bo piştgirîya aramîya Sûrîyê, Îsraîl polîtîkayên xwe yên êrîşkar û binpêkirina xwe ya sîstematîk ji peymana veqetandina şer a sala 1974an re didomîne.”

Ulebî li ser heman babetê got: “Li hember berdewamîya Îsraîlê di hesibandina xwe ya li ser qanûnê û biçûkxistina wê û Peymana NY, û paşguhkirina hemî qanûn û zagonên navneteweyî, me duh geşteke xwenîşandanê dît ku ji alîyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ve li herêmên ku artêşa Îsraîlê li başûrê Sûrîyê tê de cih girtiye, hat kirin.”

Sûrîye li ser Tevahîya Axa Xwe Serwer e

Ulebî gotina xwe domand û got: “Welatê min mafê xwe yê mayînde yê bicihanîna serwerîya xwe li ser tevahîya axa xwe tekez dike û her destwerdaneke derveyî ku aştîya navxweyî tehdîd bike red dike.”

Ulebî daxuyanîya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hevkarên hêja, hûn ê di demeke nêz de serdana Şamê bikin, hûn ê bi çavên xwe rêwîtîya başbûnê bibînin ku bi vîna gelekî ku tevî birînan radibe ser xwe û dewleteke ku ji bo xurtkirina bingehên aramî û avakirina paşerojeke bi ruhekî nû ku li gelê me yê leheng tê, dixebite.”

Serok El-Şeri’ bi Serokê FIFAyê re Civîya
Şandeyeke Rûsî digel serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê hat  Şamê.
Wezîrên Karên Derve yên Sûriye û Xirvatistanê li Şamê li ser xurtkirina têkiliyên dualî û rêya vejînê gotûbêj kirin
Wezareta Derve: Nûçeya Reutersê Derbarê Baregehên Amerîkî li Sûrîyê Ne Rast e
Serok El-Şeri’ li Rîyadê bi Wezîrê Veberhênanê yê Siûdîyê re Civîya
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Îbrahîm UlebîNûnerê Sûrîyê yê Herdemî li Neteweyên Yekbûyî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Aborî yê Sûrîyê bi Şandeke Şêwirmendîya Federal a Almanyayê re Asoyên Hevkarîya Aborî Gotûbêj Kir

1 hour ago

Ji Ber Topbarana HSDê Parêzgarê Helebê Ragirtina Xwendinê Rojeke Din Dirêj Kir

1 hour ago

Parêzgarê Helebê Rewşa Koçberên li Navendên Hewandinê Dişopîne

2 hours ago

Desteya Firokevanîyê: Ragirtina Geştên Esmanî li Balafirgeha Helebê Hat Dirêjkirin

2 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?