Vîyana-SANA
Dozgerîya Giştî ya Nemsayê (Awisturya) ragihand ku wê du berpirsên Sûrî yên rejîma hilweşîyayî bi binpêkirinên li dijî sivîlên girtî di dema şer de tawanbar kirine.
Ajansa France-Presse ji Dozgerîyê di daxuyanîyekê de ragihand: “Her du berpirsên berê bi tawanên li dijî sivîlên ku di navbera salên 2011 û 2013an de li Reqayê hatine girtin, di çarçoveya kampanyaya riswakirina protestoyên li dijî Beşar Esed de, têne tawanbarkirin.”
Tê zanîn ku di 2ê Îlona borî de, desthilata Fransî 7 biryarnameyên girtinê yên navneteweyî li dijî berpirsên rejîma berê derxistin, di nav de biryarnameyên li dijî sûcdar Beşar Esed û Mahir Esed, li ser bingeha topbarana ku di sala 2012an de navendeke medyayî li taxa Baba ‘Emro li bajarê Himsê kiribû armanc, û di encamê de rojnamevanê Amerîkî Marie Colvin û wênegirê Fransî Remi Ochlik hatibûn kuştin.
Di Mijdara 2023an de jî, alîyên dadwerî yên Fransî biryarnameyeke girtinê ya navneteweyî li dijî sûcdar Beşar Esed bi tohmeta “hevkarîya di tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê” yên têkildarî êrîşên kîmyewî yên li Sûrîyê di sala 2013an de derxistibûn.
Her wisa di Îlona borî de, Dadgeha Bilind a Herêmî li Koblenz a li rojavayê Almanyayê, cezayê zindankirina heta hetayê li dijî efserê rejîma berê Enwer Reslan ji ber kiryarên tawanên li dijî mirovahîyê derxist. Reslan di navbera salên 2011 û 2012an de bû sedema kuştina girtîyan û îşkencekirina bi hezaran kesên din li girtîgeheke nehênî ya rejîma revîyayî li Şamê.