Cedde – SANA
Wezîrê Ewqafê yê Sûrîyê, Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî, û şandeya pê re, di serdana Pêşangeha Hecê ya sala 1447 k de ku di heman dema Konferansa Hecê de li Ceddeya Siûdîyê dest pê kir, li xizmet û teknolojîyên herî dawî yên ku ji bo xizmeta hecîyan hatine amadekirin, temaşe kirin .
Wezîr tekezî li ser girîngîya hevkarîya xebata Sûrîye û Siûdîyê kir ji bo pêşxistina sîstema Hecê û baştirkirina asta xizmetê ji bo hecîyên Sûrî di werzê hecê yê bê de.
Duh, li kêleka Konferans û Pêşangeha Hecê, Wezîr Şukrî bi Sekreterê Giştî yê Kombenda Cîhana Misilman, Mihemed El-Îsa re civîya, û behsa rêyên zêdekirina hevkarîyê di warên olî û hizirî de kirin.