Şam-SANA
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê, bi helkefta 102yemîn salvegera damezirandina komarê, pîrozbahîya hikûmet û gelê Tirkîyê kir û tekezî li ser kûrîya têkilîyên dîrokî û çandî di nav herdû welatan de kir.
Di daxuyanîya pîrozbahîyê de, wezaretê piştgirîya gelê Tirkîyê ji Sûrîyan re di salên cengê de bilind nirxand, û got ku têkilîyên di nav Sûrîye û Tirkîyê de yên li ser bingeha rêzgirtinê û çarenûsa hevbeş ava bûne, pir xurt in, û Şam dixwaze hevkarîya di nav herdû welatan de zêdetir bibe bi awayê ku têkeve xizmeta herdû miletan û aramî û pêşketina deverê de.