Riyad-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li cihê rûniştina xwe, li Rîyadê, bi Wezîrê Navxwe yê Siûdîyê Mîr Ebdulezîz bin Siûd bin Nayîf Al Siûd re civîya. Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî jî li civînê amade bû.
Di hevdîtinê de peywendîyên dualî, rêyên xurtkirina hevkarîya ewlehî û aborî û hevahengîkirina hewldanên hevpar ji bo berjewendîya her du welat û gelên bira hatin gotûbêjkirin, her wiha nêrîn li ser mijarên hevpar li ser astên herêmî û navneteweyî hatin pevguhertin.
