Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: El-Şeybanî: Derfeteke Dîrokî li Pêşîya Bakurrojhilatê Sûrîyê Heye
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Nûçeya lezgîn:
Serok El-Şeri’: “KURD DI ÇAVÊN ME DE NE”
Serok El Şeri’ Beşdarî Rûniştineke Dîyalogê ya Foruma Dohayê ya 2025an Dibe
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > El-Şeybanî: Derfeteke Dîrokî li Pêşîya Bakurrojhilatê Sûrîyê Heye

El-Şeybanî: Derfeteke Dîrokî li Pêşîya Bakurrojhilatê Sûrîyê Heye

2 months ago
El-Şeybanî: Derfeteke Dîrokî li Pêşîya Bakurrojhilatê Sûrîyê Heye

Şam-SANA

Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku guhertina ku dîplomasîya Sûrîyê îro tê de derbas dibe, guherîneke dîrokî ye ku Sûrîyê bi awayekî şayîste û geş ku şaristanî û pêgeha wê nîşan dide, ji nû ve raber dike, piştî ku bi dehan salan ji ber sîyasetên rejîma berê dinalîya.

El-Şeybanî îro di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Îxbarîye ya Sûrîyê got: “Dîplomasîya nû ya Sûrîyê karî dengê gelê Sûrîyê bigihîne cîhanê, daxwazên wî bîne ser zimên û ji bo çareserkirina bandorên qonaxa berê kar bike.”

Derbarê dosyeya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, Wezîrê Derve dîyar kir ku hikûmet dîyaloga xwe bi nûnerên “HSD”ê re didomîne bi armanca yekxistina sazîyên herêmê di nav sazîyên dewletê de. El-Şeybanî tekez jî kir ku çareserî dê li ser hîmê lihevkirineke niştimanî be ku yekîtî û aramîya welêt misoger bike û got: “Ji bo herêma Bakurrojhilatê Sûrîyê derfeteke dîrokî heye ku di vê qonaxê de bibe beşeke çalak û her derengîyek di cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê de dê neyînî be û berjewendîyên sivîlan û vegera koçberan bo herêmên xwe asteng bike, ji ber vê yekê em dibînin ku divê hevkarî di zûtirîn dem de pêk were.”

Di berdewamîya axaftina xwe de, El-Şeybanî destnîşan kir ku sîyaseta derve ya Sûrîyê îro xwe ji polarîzasyon û mihweran dûr dixe, û dîyalog vekirîbûn û hevkarîya hevseng bi hemû alîyan re dimeşîne û ji bo piştgirîkirina hewldanên jinûveavakirinê, rakirina cezayên aborî û misogerkirina vegera birûmet a penaberên Sûrî dixebite.

El-Şeybanî eşkere kir ku beşdarbûna Sûrîyê di Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bûyereke dîrokî ye û destpêka serkeftina wê ya di asta navneteweyî de bû û bû alîkar ku rola Şamê û dengê gelê wê cara yekem rasterast li pêşberî civaka navneteweyî bêyî tu helwestên şermezarkirinê derkeve pêş.

Wezîrê Derve amaje bi wê yekê jî kir ku pêwendîyên bi welatên Ereb re pêşketineke berbiçav bi xwe ve dibînin û her wiha pêwendîyên bi welatên dost re, Rûsya û Çîn di nav de, ber bi jinûveavakirineke hevseng a li ser bingehê wekhevî û rêzgirtina dualî ve diçin, ku xizmeta berjewendîyên gelê Sûrîyê dike.

El-Şeybanî destnîşan kir ku pêwendîya bi Rûsya û Çînê re divê ji bo berjewendîya gelê Sûrîyê were bikaranîn û got: “Me têkilîya bi Çînê re -ku ji alîyê sîyasî ve li kêleka rejîma berê bû û “veto” ji bo berjewendîya wê bi kar dianî- sererast kir û di destpêka meha bê de dê yekem serdana fermî ji bo Pekînê li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Çînê pêk were.”

Derbarê pêwendîyên bi Lubnanê re, El-Şeybanî got ku Sûrîyê di sererastkirina pêwendîyên xwe yên bi Lubnanê re li ser hîmê rêzgirtina dualî û hevkarîyê bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du gelên bira bike, berdewam e.

El-Şeybanî da zanîn ku dosyeya penaberên Sûrî li Lubnanê ji alîyê Şamê ve bi taybetî tê şopandin û ji bo birêxistina vegera wan a birûmet û domdar dixebite û her wiha da zanîn ku pêşketineke berbiçav di dosyeya girtîyên Sûrî de li Lubnanê, nemaze li Girtîgeha Rûmîyeyê, heye.

El-Şeybanî tekez kir ku Îsraîl xwedî projeyeke berfirehbûnê ye û hewl dide bi mifawergirtina ji guhertina ku li Sûrîyê çêbûye, ketwareke nû ferz bike û piştrast kir ku Şam her cure perçekirin û federalîzmê red dike û ev yek ne hewceyî gengeşe û danûstandinan e.

Derbarê rewşa parêzgeha Siweydayê, El-Şeybanî tekez kir ku tiştên li wir qewimîn birîneke niştimanî ye û ji alîyê gelek alîyan ve, bi taybetî Îsraîlê, hatiye bikaranîn û tekez kir ku xelkê Siweydayê beşekî resen ê pêkhateya niştimanî ya Sûrîyê ye.

Di dawîya axaftina xwe de jî, El-Şeybanî da zanîn ku qonaxa bê qonaxa avakirin û aştî û parastina maf û qurbanîyên gelê Sûrîyeyê ye û tekez kir ku karê dîplomasîya Sûrîyê dê bibe dengê rastîyê û mertalê parastina serwerîya niştimanî.

Destpêkirina Civîna Wezarî ya Lûtkeya Dewhayê ya Awarte bi Beşdariya Wezîrê Karûbarê Derve Es’ed el-Şeybanî
El-Şeybanî Têkilîyên Dualî ligel Wezîra Bazirganîya Derve ya Holandayê Gotûbêj Dike
Koşka Spî: Serok Trump dê roja Duşema bê pêşwazîya Serok Ehmed El-Şeri’ bike
Wezîr El-Şeybanî bi hevkarê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re hevdîtin kir
Serok El-Şeri’: Avabûna Sûrîya Nû Derîyê Qonaxeke Pêşdetir a Têkilîyên Herêmî û Navdewletî Vedike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dîplomasîya SûrîyêEsed Hesen El-ŞeybanîWezîrê Derve û Koçberan
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Rêveberîya Şûnwarên Şamê Behsa Vedîtina Kelûpeleke Kevnar ku Nasnameya Şamê Xurt Dike Kir

4 hours ago
4

Bi Nexşeyên Dîwaran li Derayê Bîranîna Rizgarîyê Pîroz Dikin û Rêwîtîya Şoreşê ya ber bi Serkeftinê ve Belge Dikin

4 hours ago
7

Xelkên Himsê Ahenga Xwe Berdewam Dikin di Bîranîna Serkeftin û Rizgarîyê de li Qada Saeta Nû

5 hours ago
2

El-Hefe li Gundewarê Laziqîyê Bîranîna Rizgarîyê bi Amadebûneke Civakî û Fermî ya Berfireh Pîroz Dike

5 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?