Berlin-SANA
Desthilatdariya Almanî hevwelatiyekî Sûrî, bi tuhmeta pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê li Helebê di dema rêjîma têkçûyî de girt.
Rojnameya ″Bild″ ya Almanî, nûçe ji Ofîsa Dozgeriya Giştî wergirtibû, ragihand ku polîsên Almanî hevwelatiyê bi navê ʺEnwer Sʺ girt, bi sedema pêkanîna tawanin li dijî mirovahiyê, mîna kuştin û işkencekirin û bêparkirina ji azadiyê, di dema ku ew serokê milîsa bi navê ʺEl-Şebîhaʺ bû di dema rêjîma têkçûyî de.
Û li gor agahiyên dozgerê giştî, tuhmetbar û girûpa xwe êrîşin pilankirî dijî sivîlên Helebê pêk tanîn, di wan êrîşan de bi dar û hesinan li sivîlan dixistin, her weha cîhazên kehrebekirinê di işkencekirina sivîlên ku di wê demê de derdiketin xwepêşandanan bikar tanîn.
Û dadgeheke Almanî li bajarê Frankfurtê di hezîrana bûrî de, cezayê zindankirina ta dawiya jiyanê dabû textorekî Sûrî yê bi navê ʺʼElaa Mûsaʺ, bi sedema pêkanîna wî ji kiryarên li dijî mirovahiyê re û îşkencekirina kesên ku li dijî rêjîma têkçûyî bûn, piştî dadgehkirina ku sê salan berdewam kiribû.