Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Gotara Serok El-Şara li Xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > Gotara Serok El-Şara li Xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê

Gotara Serok El-Şara li Xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê

3 months ago

New York-SANA

Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê, Ehmed El-Şara, di xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, gotarek pêşkêş kir.

Hin Xalên Gotara Serok El-Şara:

Di şerê xwe yê li dijî gelê me de, rejîma berê amûrên herî hovane yên îşkence û kuştinê, her wekî bermîlên bombekirî, çekên kîmyewî, îşkenceya di girtîgehan de û koçberkirina bizorê, bi kar anî. Wê şerê mezhebî û netewî gur dikirin û madeyên hişber wekî çekekî li dijî gel û cîhanê bi kar anî.

Rejîma berê welatê me parçe parçe kir, navendên wê yên dîrokî yên herî girîng wêran kirin, hêzên bîyanî, çete û milîs ji çar alîyên cîhanê anîn û welatê me yê ciwan dîl girt. Nêzîkî milyonek mirov kuştin, bi sed hezaran îşkence kirin, nêzîkî 14 milyon koçber bûn û du milyon xanî di ser serê xelkên wan de hilweşandin.

Gelê hejar di bêhtirî 200 êrîşên belgekirî de, bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin. Belê, jin, zarok û ciwanên me hilma gazên jehrîn kişandin. Rejîmê ev hemû kir da ku rê li ber dengê rastîyê bigire. Lê dîsa jî, tevî vêqas tawankarîyê, rê li ber hemî çareserîyên sîyasî digirt, tevî ku jê re dihatin pêşnîyazkirin jî.

Tu rê li ber vî gelî nema ji bilî ku xwe bide hev û ji bo rûbirûbûna dîrokî ya mezin di operasyoneke leşkerî ya jinişkî ve amade bibe. Rûbirûbûneke ku pergaleke tawankar a 60salî digel hemû alîgirên wê, hilweşîne. Operasyoneke leşkerî tijî dilovanî, qencî û serdestîya lêborîn lêxweşbûnê bû. Şerekî ku nebû sedema koçberkirina tu mirovî an kuştina sivîlan. Bi serkeftineke bê tolhildan û dijminatîyê bi dawî bû, û tê de gel mafê xwe ji nû ve bi dest xist.

Em di vî şerî de, ji bo kesên bindest, îşkencekirî û koçberên bizorê, ji bo dayikên şehîdan û bêserûşûnan bi ser ketin, belkû em ji bo cîhanê tevî bi ser ketin!

Bi vê serkeftinê, Sûrîye ji welatekî ku krîzan hinarde dike, veguherî derfeteke dîrokî da ku aramî, aştî û serfirazîyê bîne Sûrîyeyê û tevahîya herêmê.

Destkeftîya bêhempa ya Sûrîyeyê û hevgirtina gel a ku pêk hatiye, hin alî han dane ku hewl bidin şerê mezhebî û pevçûnên navxweyî gur bikin, û careke din welat parçe bikin û ji hev bixin. Lê belê, gelê Sûrîyeyê bîrewer bûye ku pêşî li berdewamîya karesatan bigire û Sûrîyeyê vegerîne rewşa wê ya berê.

Dewleta Sûrîyeyê ji bo avakirina komîteyên dûvçûn û lêkolîna rastîyan tev gerîya, û rê da Neteweyên Yekbûyî jî ku dûvçûnê bike. Ev komîte, bi zelalîyeke bêhempa ku pêşîya nuha li Sûrîyeyê ew hêvî nedihat kirin, gihîştin encamên yeksan. Ez soz didim ku ez ê hemû kesên ku destên wan di xwîna kesên bêguneh de heye, radestî dadgehê bikim.

Wezîrê Derve li Şamê Pêşwazîya Hevtayê Xwe yê Danîmarkî Kir
Trump: Serok Ehmed El-Şeri’ Zilamekî Bihêz e û Karekî Baş Dike
Sûrîye Vegerîya Şûna Xwe ya Şayistî Wê di nav Neteweyên Cîhanê de
Wall Street Journal: Rejîma Esed bi Sedan Zarokên Sûrî Revandin û bi Zorê ji Malbatên Wan Veqetandin
Serok El-Şara û jina xwe li Şamê pêşwaziya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê û jina wî kirin.
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:New YorkSerok El-Şara
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezareta Tenduristîyê Pêşxistina Karê Ofîsên Pîşeyên Tenduristîyê û Bilindkirina Asta wan Gotûbêj Dike

37 minutes ago
5

Destpêkirina Belavkirina Tov û Gubre li ser Cotkarên Siwêdayê li gorî Rênimayên Parêzgarê Siwêdayê

40 minutes ago
3

Zîyanên Madî li ser Malên Niştecihbûnê li Kolana El-Nîl li Helebê di Encama Guleyên ku ji alîyê HSDê ve Hatine Avêtin

42 minutes ago
5

Gihîştina Nexweş û Birîndaran ji Nexweşxaneya Helebê bo Nexweşxaneya El-Razî Piştî Armanckirina Wê ji alîyê HSDê ve

44 minutes ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?