New York-SANA
Konferansa Navneteweyî ya der barê çareserîya aştîyane û veqetandina her du dewletan de, li baregeha Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, bi serokatîya Siûdî û Fransayê û bi beşdarîya Serok Ehmed El-Şara’ û rêberên hindek dewletan din, hat lidarxistin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, mikurhatina li Dewleta Filistînê ji alîyê Fransayê ve piştrast kir, ji ber ku ew lêmikurhatin, tenê çareserîya aştîyê ye. Her weha, wî destnîşan kir ku avakirina balyozxaneya Fransayê bi agirbest û berdana girtîyên li Xezeeyê ve girêdayî ye, û tekez kir ku lazim e şer bi dawî bibe da ku rihê xelk bê parastin.
Siûdî: Derfeteke dîrokî ji bo bidestxistina aştîyê
Wezîrê Derve yê Siûdîyê, Feyssl bin Ferhan, li ser navê Şahê Siûdîyê, piştrast kir ku konferansa veqetandina her du dewletan derfeteke dîrokî ye ji bo bidestxistina aştîyê. Her weha bang li welatan kir ku li Filistînê mikur bên û bal kişand ser tawanên berdewam ên Îsraîlê li Xezze, Dufe (Qeraxa Rojavayî) û Qudisê.
Ebbas: Em daxwaza endametîya tam di Neteweyên Yekbûyî de dikin
Serokê Filistînê, Mehmûd Ebbas, Ji alîyê xwe ve daxwaza mikurhatina li dewleta Filistînê, bidawîanîna şer, derbaskirina alîkarîyan, vekişîna dagirkerîyê û berdana girtîyan kir. Her weha tekez kir ku divê hilbijartin piştî bidawîbûna şer bên lidarxsitin û daxwaza endametîya tam a Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de kir.
Şahê Urdunê: Pêwîstîya bidawîanîna pevçûnê
Şahê Urdunê, Ebdullahê Duyemîn, tekez kir ku xwînrijandin û wêrankirina li Xezzeyê binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye, ku bingehên aştîyê hereşe dike. Wî daxwaza bidawîanîna şer, herikîna alîkarîyê, rawestandina destdanîna li ser xakê û xwebicihkirinê û bidawîanîna tundûtûjîyê kir. Her weha tekez kir ku veqetandina her du dewletan, rêya tekane ya bidestxistina aştîyeke berfireh e.
Serokê Tirkîyê: Piştgirîya Filistînê berpirsyarîyeke exlaqî ye
Serokê Tirkîyê, Recep Tayyip Erdogan, mikurhatina li Filistînê ji hêla gelek welatan ve, wekî gaveke dîrokî nirxand ku dê veqetandina her du dewletan bileztir bike. Her weha wî tekez kir ku hikûmeta Netanyahu, bi polîtîkayên koçberkirinê, hewl dide ku avakirina dewletê asteng bike. Li alîyê din jî, wî banga agirbesteke yekser û vekişîna dagirkerîyê ji Xezzeyê kir.
Guterres: Veqetandina her du dewletan li gorî qanûnên navneteweyî ye
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, piştrast kir ku veqetandina du dewletan, bi hewceyî biryarên dijwar û serokatîyeke wêrek e. Her weha tekez kir ku ew li gorî qanûnên navneteweyî ye û piştgirîya civaka navneteweyî jê re heye.
Wekî din jî, wî got ku bêyî veqetandina her du dewletan, li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê, û tekez kir ku avakirina dewletekê ji bo Filistînîyan, mafek e, ne xelatek e. Li alîyên din jî, wî banga agirbesteke rasterast û mayînde, redkirina sizaya bikomel û berdewamîya xwebicihkirinê kir.
Seroka Komela Giştî: Cîhanê zarokên Xezzeyê bi tenê hiştin
Seroka Komeleya Giştî, Annalena Baerbock, got ku cîhanê tevî zarokên Xezzeyê yên ku ev bêhtirî 700 rojî ye di bin kuştin û terorê de dijîn, di ser guhê xwe re avêtine. Her weha piştrast kir ku bi deh hezaran kes bêyî ku navên wan werin zanîn, hatine kuştin.
Wê banga agirbesteke tavilê û mayînde û avakirina dewleteke Filistînî ya xwedîserwer û ji alîyê navneteweyî ve pejirandî kir. Her weha destnîşan kir ku berfirehkirina destdanîna li ser xakê û xwe bicihkirin û ferzkirinê, çareserîya sîyasî têk dide.
Endamên mayî jî, tekez kir ku veqetandina her du dewletan aştî û aramîyê garantî dike. Her wan jî banga agirbest, garantîkirina alîkarîyê û berdana girtîyan kir.