New York-Sana
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, careka din helwesta welatê xwe ya piştgir ji pêvajoya siyasî li Sûriyê re, bi awayekî ku tevaya aliyan beşdar bin bêyî dûrxistina ti pêkhateyî, ragihand.
Ev helwest di hevdîtina Hisên bi şanderê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen re li perawêza kar û barên xula 80êyemîn ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, li gor ku di daxwuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye.
Û Pedersen jî ji hêleke xwe ve tekez kir ku aramiya Sûriyê faktereke sereke ya aramiya Iraqê û tevaya deverê ye, ji ber ku pêşketinên li Sûriyê bi awayekî yekser bandorê li ewlehiya Iraqê dikin.
Û li gor daxwuyaniyê, herdû aliyan rewşa deverên Sûrî yên cuda gengeşe kirine, û pêhtir giringî dane bandora wê li ser aramiya deverê û behsa karên Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya prosesa siyasî li Sûriyê kirin.
Û bal kişandin ser rewşa kampan jî û di serî de kampa Holê û tekezî li ser ku gerek e her welatek hevwelatiyên xwe ji wan kampan bibe, wek gavekê ber bi girtina wan kampan ve.