Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê, Thomas Barrack, girîngîya nexşerêya çareserkirina krîza Siwêdayê di avakirina pêşeroja Sûrîyê de, ku wekhevîyê ji bo hemî Sûrîyan misoger dike, tekez kir.
Barack li ser platforma “X”ê di posteke xwe de got: “Lihevhatin bi gavekê dest pê dike, û nexşerê ne tenê rêyeke saxlemîyê ye, belkû rêyek e ku nifşên Sûrîyê yên pêşerojê jî dikarin bidin ser şopa wê dema ku ew welatekî ava dikin ku maf û berpirsyarîya her kesî tê de wek hev be.”
Duh jî, Wezîrê Derve û Koçberan, Esed Hesen El-Şeybanî, di civîneke çapemenîyê de bi Cîgirê Serokwezîrê Urdunê û Wezîrê Derve Eymen El-Sefedî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê re, ragihand ku gihiştine “Nexşerêyekê bo Çareserkirina Krîza Siwêdayê”. Ev nexşerê jî, hem mafan garantî dike, piştgirîya edaletê dike, lihevhatina civakî pêş dixe, û hem jî rê li ber dermankirina birînan vedike.
Ev nexşerêya ku Sûrîye, Urdun, û Amerîka ji bo pêkanîna wê hevkarîyê dikin, ji hêla civaka Erebî û Navneteweyî ve, bi berfirehî hate pejirandin.