Enqere-SANA
Serokê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan tekez kir ku welatê wî ji bo xurtkirina hevkarîya xwe bi Sûrîyeyê re di warên cûrbecûr de, warê leşkerî jî di nav de, dixebite.
Ajansa Anadoluyê ji zarê Erdogan veguhest ku di merasîma derçûna xwendekarên akademîya leşkerî de ya li Enqerê, gotiye: “Piştî serkeftina Şoreşa Sûrîyeyê, em ji bo xurtkirina hevkarîya xwe bi wê re di warên fireh de, perwerdehîya leşkerî jî di nav de, dixebitin.”
Her weha Erdogan destnîşan kir ku hevkarîya leşkerî ya di navbera Tirkîye û Sûrîyeyê de piştî avakirina hikûmeta nû ya Sûrîyeyê di dawîya Adarê de dest pê kir.
Li alîyê din jî, Erdogan destnîşan kir ku leşkerne bîyanî li Tirkiyeyê perwerde û rahênanê dibînin, û bawerîya wî ew e ku têkilîyên xurt ên ku wan bi Tirkîyeyê re danîne dê di pêşeroja têkilîyên hevbeş de roleke girîng bilîzin.
Wekî din jî, di 13ê Tebaxê de, Wezareta Parastina Sûrîye û Tirkîyeyê peymaneke hevkarîya leşkerî ya hevbeş di navbera xwe de îmze kirin, ku armanca wê şîyanên Artêşa Erebî ya Sûrîyeyê xurt bike, sazî û avahîya wê pêş bixe, û leşkerên wê bi rengekî pispor û li gorî standardên navneteweyî perwerde bike.