Wezareta Derve ya Fransayê îro tekez kir ku tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav refên artêşa Sûriyê de ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê û herêmê û şerê li dijî terorê girîng e.
Wezaretê di daxuyaniyekê de îro got, “Di vê çarçoveyê de, em bi hevkarên xwe yên Amerîkî re bi rêkûpêk bi nûnerên bakurê rojhilata Sûriyeyê û rayedarên Sûriyeyê re di têkiliyê de ne, û em hewlên xwe didomînin da ku hemû nerînan nêzîkî hev bikin. Yekbûna Hêzên Sûriya Demokratîk a Sûriyeyê di nav Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê de ji bo îstîqrara Sûriyeyê û herêmê tevî û ji bo têkoşîna li dijî terorê meseleke pir girîng e.”
Û dawî Wezaretê diyar kir ku Fransa, ya ku di Konferansa Parîsê ya li ser Sûriyeyê ya dı Sibata borî de sozek dabû, xebata xwe ya bêwestan bidomîne da ku pêvajoyekê bi dest bixe ku Sûriyeyeke azad, yekgirtî, serwer û aram ji nû ve ava bike ku hemûyan temsîl dike û bi tevahî bi hawîrdora herêmî de cihê xwe bıgre.