Waşington – SANA
Şirketa Google guhertoyeke ceribandinê ya nû ji xizmeta wergera demildest (simultaneous translation) bi rêya berguhkan da destpêkirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên wê yên ji bo bihêzkirina xizmetên wergerê û hêsankirina fêrbûna zimanan li cîhanê tê.
Li gorî malpera “The Verge” ya Amerîkî ya taybet bi nûçeyên teknolojî, medyaya dîjîtal û çanda dîjîtal, taybetmendîya nû ku bi rêya sepana wergera Google berdest e, derfetê dide ku ligel parastina aksent û zaravayê axêveran, guhdarî li wergera demildest jî were kirin.
Şirketê dîyar kir ku xizmeta ceribandinê niha li ser amûrên Androidê li Amerîka, Meksîk û Hindistanê berdest e, û piştgirîya zêdetirî 70 zimanan dike, her wiha bi hemû cûreyên berguhkan re guncaw e.
Hêjayî gotinê ye ku Şirketa Google duh ragihandibû ku guhertoyeke pêşxistî ji nûnerê xwe yê lêgerîna jîr “Gemini Deep Research” daye destpêkirin, da ku şîyanên pêşketî ji pêşdebiran re peyda bike, ev jî di çarçoveya hewldanekê de ye da ku zîrekîya destkird bi awayekî hûrtir çav li şêwazê ramana mirovî bike.