Şam – SANA
Îro Şemîyê, Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê ragihand ku kompanya Tirkî-Almanî “SunExpress” dest bi geştên xwe yên esmanî yên rêkûpêk û rasterast ên di navbera Şamê û her du bajarên Antalya û Îzmîrê yên Tirkîyê de kiriye.
Desteyê li ser kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku ev gav di çarçoveya xurtkirina girêdana esmanî ya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de û zêdekirina bijardeyên geştê yên ji bo rêwîyan de tê avêtin.
Ev yek jî alîkarîya cihêrengkirina arasteyên esmanî û berfirehkirina tora geştên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê û ber bi wê ve dike.
Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê di 10ê vê mehê de pêşwazî li yekem geşta rasterast a Hêlên Esmanî yên Sûrîyê kiribû ku ji Berlîna paytexta Almanyayê dihat.

