Şam – SANA
Navenda Ewlehîya Zanyarîyan a ser bi Desteya Niştimanî ya Xizmetên Teknolojîya Zanyarîyan ve, li hemberî rêbazeke sextekarîyê ya bi navê “ClickFix”ê hişyarî da, ku xwe li pişt testa “Ez ne robot im” vedişêre da ku bikarhêner bêgav bike fermanên zîyandar bixebitîne ku rê li ber dizîna daneyên wî vedike.
Navendê îro Sêşemê li ser rûpela Facebookê ya Desteyê eşkere kir ku pêkan e rûpela sexte bi hinceta temamkirina piştrastkirinê, ji bikarhêner bixwaze di pergala Windowsê de pê li bişkokên “Win + R” û piştre “Ctrl + V” bike, yan jî li ser amûrên macOSê fermana vekirina beşa “Termina”ê bide.
Navendê bang kir ku ew rênimayên piştrastkirinê yên ku vekirina amûrên pergalê yan jî pêvekirina fermanên nenas dixwazin neyên bicihanîn; her wiha navnîşana malperê baş were kontrolkirin û tenê bi xuyanga wê bawerî neyê anîn.
Di rewşa xebitandina fermaneke biguman de jî hat xwestin ku amûr di cih de ji tora înternetê were qutkirin û bi bernameyeke parastinê ya nûkirî were kontrolkirin.

