Şam-SANA
Îro Înê, Tîmên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva çar raporên bûyerên xeniqînê li çend parêzgehan dan, ku di encamê de çar kesan jîyana xwe ji dest da.
Di heman demê de, xebatên lêgerînê li ser peravên Tertûsê ji bo ciwanekî windabûyî berdewam dikin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku di nav bûyeran de, du zarokên ku birayên hev bûn li cihokeke avê li gundewarê Helebê yê rojhilat xeniqîn.
Her wiha keçeke biçûk di Çemê Asîyê de xeniqî, di demekê de ku keçikeke din li heman derê hate rizgarkirin.
Li peravên Tertûsê jî, mêrek û du jin hatin rizgarkirin, lê ciwanekî din jîyana xwe ji dest da û lêgerîn li pey ciwanekî windabûyî li heman cihî berdewam dike.
Wezaretê hişyarîya xwe dûpat kir derbarê berdewamîya alozbûna deryayê heta berbanga roja Yekşemê 26ê Tîrmehê.
Hat dîyarkirin jî ku tî çaverêkirin bilindahîya pêlan di navbera metreyek û du metreyan de be, hevdem ligel leza bayê ya di navbera 30 û 45 kîlometre di demjimêrê de, ku ev yek metirsîya avjenî û çalakîyên deryayî zêdetir dike.




