Tevgera rêwîyan li Dergehê Sînorî yê Nesîbê yê bi Urdinê re – Dera – SANA
Dera – SANA
îro Çarşemê sibehê, çûnûhatina rêwî û kamyonên bazirganîyê di rêya Dergehê Sînorî yê Nesîbê yê bi Urdinê re vegerîya rewşa xwe ya asayî; ev yek piştî girtineke demkî ku tenê rojekê ji ber pêşhatên li parêzgeha Derayê dewam kiribû, pêk hat.
Di heman demê de, rêwî û ajokarên otobusên Urdinê amaje bi hêsanîya rêkaran û leza temamkirina kar û barên fermî kirin.
Serokê Beşa Têkilîyên Giştî li dergehê, Fatih Sebîh, ji SANAyê re ragihand ku rêveberîya dergehê ji bo hêsankirina derbasbûna rêwî û ajokarên kamyonan û kêmkirina qelebalixîyê, hemû gavên pêwîst avêtine.

Sebîh her wiha got ku hemû karmend ketine rewşa amadebaşîyê da ku xizmetên pêwîst pêşkêş bikin û tevgera kamyonên bazirganî û karwanên tranzîtê bêkêşe bimeşînin.
Ajokarê otobusa Urdinî Îmad El-Zahir kêfxweşîya xwe li hemberî rehetîya rêkaran û leza pêkanîna miameleyan anî ziman û dupat kir ku di dema derbasbûnê de rastî tu astengîyan nehatiye, û karmendên li her du salonên pasaportan û pişkinînê hemû alîkarîyên pêwîst dane wan.

Ji alîyê xwe ve Mehmûd El-Reşayide jî eşkere kir ku rêkarên ketina nava axa Sûrîyê bi awayekî pir hêsan bi rê ve diçin.
El-Reşayide destnîşan kir ku ew rastî tu derengketin an fişarekê nehatiye, karmendên li dergeh hemû hêsankarî kirine û bi rengekî gelekî baş û rêzdar pêşwazîya rêwîyan kirine.

