Şam – SANA
Rêveberê Rêveberîya Rêxistin û Kongreyên Navneteweyî li Wezareta Derve û Koçberan Se`id Barûd, bi Karbirêkerê Balyozxaneya Japonyayê li Sûrîyê Shuntaro Neetsu re civîya.
Di hevdîtinê de, awayên pêşxistina hevkarî û hevahengîya her du welatan li qad û platformên piralî, tevî pevguhertina piştgirîyê di çarçoveya rêxistinên navneteweyî de hatin gotûbêjkirin.
Barûd pêzanîn û rêzdarîya Sûrîyê ji bo helwestên piştevan ên Japonyayê anî ziman û pesnê peywendîyên erênî yên navbera her du welatan da.
Wî her wiha tekezî li ser xurtkirina berdewam a hevkarîya dualî û piralî kir û xwest ku beşdarîya Japonyayê di pêngavên başbûn û jinûveavakirina Sûrîyê de berfirehtir bibin.
Ji alîyê xwe ve, Karbirêkerê Balyozxaneya Japonyayê spasîya xwe ji bo piştevanîya Sûrîyê di hilbijartinên Encumena Mafên Mirovan de anî zimên.
Wî her wiha destnîşan kir ku welatê wî girîngîyeke mezin dide piştevanîya berdewam a Sûrîyê û hevkarîya erênî ya navbera her du alîyan.
