Şam-SANA
Îro Yekşemê, karên rûniştina yekem a gera asayî ya yekem a xula zagonsazîyê ya yekem a Encumena Gel hatin destpêkirin.
Karname xwendina puxteya karên rûniştina dawî ya gera awarte ya yekem, û bersivên her du wezîrên Perwerde û Fêrkirinê û Enerjîyê li ser pirsên nivîskî yên ku ji alîyê endamên encumenê ve arasteyî wan hatine kirin, li xwe digire.
Hêjayî gotinê ye ku Encumena Gel meha borî ji bo guhdarîkirina li Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr rûniştinek li dar xistibû; tê de şirovekirinên Wezareta Enerjîyê derbarê sedemên bilindbûna bihayên berhemên petrolê, û şert û mercên ku di dema weşandina lîsteya dawî ya bihayan de rû dabûn, hatibûn pêşkêşkirin.
Di heman çarçoveyê de, encumenê rûniştineke din ji bo guhdarîkirina li Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Ebdilrehman Tirko saz kiribû; tê de rewşa proseya fêrbûnê ligel planên herî berbiçav ên wezaretê ji bo dabînkirina pêdivîyên zêdebûyî yên xwendekaran û pêşxistina pergala perwerdeyê hatin nirxandin.