Şam -SANA
Di encama bûyerên trafîkê yên di 24 saetên borî de li çend deverên Sûrîyê rû dan, du kesan jiyana xwe ji dest da û 17 kesên din jî birîndar bûn. Ji hêla xwe ve Tîmên Parastina Sivîl ên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan da.
Parastina Sivîl îro Yekşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, ragihand ku tîmên wan bersiva 15 bûyerên trafîkê daye; di encamê de du kes mirine û 17 kesên din birîndar bûne. Alîkarîya seretayî ji birîndaran re hat pêşkêşkirin û paşê ji bo wergirtina dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhastin, her wiha şûnmayên rûdanan hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl banga xwe ya ji bo şofêran nû kir ku leza xwe kêm bikin, rewşa teknîkî ya otomobîlê, xebitîna fren û paqijkerên caman kontrol bikin, û ji reftarên şaş ên ku di dema ajotinê de balaldarîya wan kêm dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr herin.
Bersivdana 33 şewatan
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bersiva 33 şewatan da; șewat li nav malan, dukanên bazirganîyê, gîya, dar, zibil û têlên elektrîkê derketibûn. Şewat hatin vemirandin, cihên wan hatin sarkirin û ewlekirin, bêyî ku tu kes birîndar bibe, zirar tenê madî bûn.