Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Elî Keyalî.. Çîroka Destpêka wî bi Rejîma Esad re Çawa Bû?
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Elî Keyalî.. Çîroka Destpêka wî bi Rejîma Esad re Çawa Bû?

Elî Keyalî.. Çîroka Destpêka wî bi Rejîma Esad re Çawa Bû?

Hat weşandin: 2026/10/17 8:34 PM
Hat nûkirin: 2026/10/17 8:34 PM

Şam-SANA

Elî Keyalî, yê ku bi navê “Me’rac Ural” tê nasîn, yek ji fermandarên dîyar ên milîsên çekdar e ku girêdayî rejîma bû. Çalakîya wî di salên heftêyî de ji rêxistinên çepgir ên çekdar ên li Tirkîyê dest pê kir, paşê li Sûrîye û Libnanê derbasî karê leşkerî bû û piştre gihîşt fermandarîya komên ku li gel rejîma berê şer dikirin. Navê van koman bi pêkanîna komkujîyên ve ku bi sedan sivîl di salên şoreşa Sûrîyê de bûn qurbanî, hatiye girêdan.

Keyalî nêzîkî kesayetên malbata Esed û sazîyên ewlehîyê yên rejîma berê bû, berî ku paşê fermandarîya milîsên “Berxwedana Sûrî – Enîya Gelêrî ya Ji Bo Rizgarkirina Lîwa Îskenderûnê” bike.

Mezinbûna Keyalî û destpêka çalakîya wî ya çekdarî

Me’rac Ural di sala 1956an de li parêzgeha Hatayê ya Tirkîyê ji dayik bûye û xwe wekî erebekî Sûrî nas dikir.

Li gorî malpera Haberler a Tirkî, ew di salên heftêyî de tevlî rêxistineke çepgir a komûnîst a çekdar bû ku bi navê “Acilciler”, wate “Lezgînîxwaz” dihat nasîn.

Di sala 1978an de, desthilatrên Tirkîyê ew bi tohmeta pêkanîna êrîşên çekdarî girt; ji van êrîşan teqandina konsulxaneya Amerîkî ya li bajarê Adanayê û talankirina bankekê bûn. Ew di heyama girtina xwe de li çend girtîgehên Tirkîyê hat veguhestin.

Piştî çar salan, di sala 1982yan de, Keyalî ji girtîgehê revî û berê xwe da Sûrîyê, li wir di bin navê “Me’rac Ural” de qonaxeke nû ya çalakîya xwe da destpêkirin.

Têkilîya wî bi Esedê bav û birayê wî Cemîl Esed re

Gihîştina Keyalî bo Sûrîyê di sala 1982yan de guherîneke bingehîn di jîyana wî de pêk anî, ji ber ku di dema desthilatdarîya Hafiz El-Esed de li wir ma û nasnameya Sûrîyê bi dest xist.

Di wê qonaxê de Keyalî îmtîyazên taybet ji malbata Esed bi dest xistin; wî sûd ji zewaca xwe ya bi Melek Fadil re wergirt, ku wekî sekretera Cemîl Esed kar dikir û têkilîya wê ya xizmîtîyê bi wî re hebû, li gorî ajansa Anadoluyê ya Tirkî.

Têkilîyên Keyalî bi rejîma berê re tenê bi malbata Esed ve sînordar neman. Çavkanî dîyar dikin ku ew di dema desthilatdarîya Hafiz El-Esed de tevlî artêşa Sûrîyê bû, bi sazîyên îstîxbarata Sûrîyê re hat girêdan û belgeyên fermî yên Sûrîyê wergirtin ku rê li ber wî vekirin di navbera Sûrîyê û welatên Ewropî de tev bigere. Her wiha wî rola navbeynkar di navbera rejîma berê û Ebdilah Ocalan, rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê de lîst, ku têkilîyên wî yên berê bi wî re hebûn.

Terora sînorbir

Çalakîya Keyalî tenê bi axa Sûrîyê ve sînordar nema, wî di demeke kurt de hêzeke çekdar ava kir ku beşdarî şerên Libnanê yên sala 1982yan bû, nemaze li Beyrût, Nebetîye û herêmên başûrê Libnanê.

Ev çalakî nîşan dide ku ew zû beşdarî xebata leşkerî ya li derveyî Tirkîyê bûye, di wê demê de ku hêzên rejîma berê li beşekî Libnanê belav bûbûn.

Hêza herî dîyar ku wî di salên şoreşa Sûrîyê de bi rê ve bir, milîsên “Berxwedana Sûrî – Enîya Gelêrî ya Ji Bo Rizgarkirina Lîwa Îskenderûnê” bû. Wî piştî sala 2011an ew ji nû ve çalak kirin da ku ligel hêzên rejîma berê beşdarî operasyonên leşkerî bibin.

Teqînên Reyhanlîyê yên Tirkîyê

“Keyalî” yek ji plansazên wê teqînê tê hesibandin ku îstîxbarata rejîma berê li bajarê Reyhanlîyê yê Tirkîyê di meha Gulana 2013an de organîze kiribû. Ew teqîn bû sedema kuştina 53 kesan û birîndarbûna bi dehan kesên din, ligel zîyanên madî yên berfireh, li gorî daxuyanîya Yûsiv Nazîk ê ku îstîxbarata Tirkîyê di meha Îlona 2018an de ew girtibû.

Di destpêka vê mehê de, sazîya îstîxbarata Tirkîyê Omer El-Xetîb, yek ji plansazên teqîna Reyhanlîyê, ku hewl dide bi rêya deryayê bireve û ber bi Ewropayê ve biçe, girt; wî erka kordînasyonê di navbera cîbicîkarên êrîşê û endamên îstîxbarata rejîma berê de girtibû  ser  milê xwe.

Bîranîna El-Beyda û Ras El-Nebi’

Bûyerên her du komkujîyên El-Beyda û Ras El-Nebi’ ên li bajarê Banyasê vedigerin roja duyem û sêyem a meha Gulana sala 2013an, dema ku hêzên rejîma berê û komikên çekdar ên alîgirên wê bi ser bajarokê El-Beyda û taxa Ras El-Nebi’ de girt û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.

Bajarokê El-Beyda, ku wê demê nêzîkî heft hezar kes li wir dijîya, rastî operasyonên pişknîna malan, guleberdan û bidarvekirinên serpêyî hat, ligel şewitandina cenazeyan, milk û malan û wêrankirina hejmarek mal û otomobîl, li gor tiştên ku rêxistinên mafên mirovan û axaftinên rizgarbûyan nîşan dane.

Di roja pey de, operasyonên kuştinê derbasî taxa Ras El-Nebi’ ya li bajarê Banyasê bûn, di van operasyonan de malbatên gişt di nav malên xwe de hatin kuştin, di heman demê de xelkê din hewl da bi gîyanê xwe ji herêmên êrîşê birevin.

Şahidîyên rizgarbûyan.. Bîranîna ku winda nabe

Karesat û wêrankirin tenê bi operasyonên kuştinê re ranewestîyan; gelek malbat neçar bûn ku ber bi daristan û herêmên cîran ve birevin ji tirsa dubarekirina êrîşan. Di heman demê de şahidîyên rizgarbûyan behsa wê yekê dikin ku operasyonên peyketinê li dû hinan heta bi kêlekên bajar û qirxa deryayê, berdewam bûn

Van bûyeran birînên kûr di dilê rizgarbûyan de hiştin; hinan ji wan endamên malbat û xizmên xwe winda kirin û yên din neçar bûn malên xwe li dû xwe bihêlin. Her di wê demê de, hejmarek windayî û girtî bê ser û şop çûn.

Piştî derbasbûna zêdetirî sêzdeh salan, destbeserkirina Keyalî ew şahidî dîsa berçav kirin, girêdayî vê yekê, daxwaz tên kirin bo eşkerekirina hûrgilîyên tawanan, dîyarkirina berpirsyarîyan û guhdarîkirina li rizgarbûyî û malbatên qurbanîyan di nava rêkarên dadwerî de, ji bo ku rastîyê bizanin û dadperwerî pêk were.

Bi sedan qurbanî û bi dehan windayî

Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara qurbanîyên ku kuştina wan di her du komkujîyên El-Beyda û Ras El-Nebi’ de hatiye belgekirin, gihîştiye 459 sivîlan; di nav wan de 92 zarok û 71 jin hebûn, ligel bi dehan windayî û girtî.

Rêxistina “Human Rights Watch” di raporteke xwe de ku di meha Îlona sala 2013an de weşandibû, herî kêm bidarvekirina 248 kesan li El-Beyda û Banyasê belge kiribû. Wê dîyar kiribû ku tê texmînkirin hejmara rastî ya qurbanîyan bilindtir be ji wê amarê ku hingê wê karîbû rastîya wê piştrast bike.

Raporta rêxistinê pişta xwe bi şahidîyên niştecih, koçber û belgeyên wêneyî girê da. Ew gihîşt wê encamê ku piştî bidawîbûna pevçûnên leşkerî û vekişîna şoreşgeran ji wan herêman, piranîya herî mezin a qurbanîyan hat bidarvekirin.

Rêveberê Îdareya Lêpirsîn û Hesabxwestinê di Desteya Neteweyî ya Dadwerîya Veguhêz de, parêzer Redîf Mistefa, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re tekez kir ku girîngîya girtina Keyalî ji alîyê ewlehîyê derbasî alîyên sîyasî û neteweyî dibe. Her wiha wî destnîşan kir ku tohmetên bi wî ve girêdayî sînorên Sûrîyê derbas dikin heta ku Tirkîye û Libnanê jî digirin nav xwe.

Têkildarî mijarê, Mistefa got: “Em li beranberî kesekî tohmetbar in ku tawanên li dijî mirovahîyê pêk anîne, ev yek jî dilê hemû azadîxwazên Sûrîyê û bi taybetî qurbanîyên ji xelkê Banyasê rehet dike.”

 Li alîyekî din jî, wî tekez kir ku rêça dadwerîya veguhêz bi hemû lez û beza xwe berdewam e, û ji bo avakirina aramî û aştîyê li Sûrîyê, pêkanîna dadwerî û lêpirsînê stûneke bingehîn e.

Mistefa piştrast kir ku girtina Keyalî peyameke yekser dide ku kes nikare ji cezakirinê bireve. Her wiha ev yek, ji civaka navdewletî re pabendbûna Sûrîyê di rêgirtina li dijî terorê, xurtkirina ewlehîya welatên herêmê û parastina aştî û ewlehîya navdewletî piştrast dike .

Hewldaneke Qaçaxçîtîya Barekî Madeyên Hişbir li Siweydayê Hat Pûçkirin
Wezareta Navxweyî derketina encamên qonaxa yekem a xula xwendekarên efseran a yekem a piştî rizgarkirinê ragihand
Civîneke Berfireh ji bo Bilezkirina Rêkarên Dadgehên Dadwerîya Veguhêz
​Gotûbêjên Sûrî-Tirkî Derbarê Penaberan, Jinûveavakirin û Hevkarîya Aborî
​Piştî Lêkolînên Têkildarî Destpakîyê Du Pişkîner li Hema û Himsê ji Kar Tên Derxistin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Komkujîya BanyasêMe'rac Uralrejîma têkçûyîSûcdar Elî KeyalîTeqînên Reyhanîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezareta Navxwe Hişyarîya Metirsîyên Sextekarîyê di Bazirganîya Elektronîk de Da

October 28, 2026

El-Huserî: Geştên Hêlên Sûrîyê berev Munchenê ji 12ê Çirîya Paşîn ve Dest Pê Dikin

October 28, 2026

Komîteya Bersivdana Lezgîn a Dêrazorê: Hemû Pirên Seravî Heta Agahdarîyeke Din Tên Rawestandin

October 28, 2026

2 Endamên Wezareta Parastinê li Gundewarê Idlibê bi Guleyên Kesên Nenas Şehîd Bûn

October 28, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?