Şam – SANA
Dezgeha Îstixbarata Giştî kesê bi navê Elî Keyalî, ku bi nasnavê “Mîrac Ural” tê naskirin û berpirsê herî dîyar ê komkujîya Banyasê ya sala 2013an e, dema hewl dida bireve, li ser sînor girt.
Keyalî komikeke çekdar ava kiribû ku di salên şoreşê de tevî hêzên rêjîma hilweşîyayî beşdarî çewisandin û serkutkirina gelê Sûrîyê bûbû, li gelek deverên cuda cuda komkujî pêk anîbûn; ji wan ên herî bixwîn û hovane komkujîyên gundê El-Beydayê û taxa Ras El-Nebi` yên Banyasê bûn.
Li gorî belgekirina Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di komkujîya El-Beydayê de 264 sivîl hatibûn kuştin û şehîdkirin ku 36 ji wan zarok û 28 jî jin bûn; her wiha komkujîya Ras El-Nebi` jî bûbû sedema şehîdbûna 195 sivîlan ku di nava wan de 56 zarok û 43 jin hebûn.
Li gorî Ajansa Anadoluyê, Ural (1956 li Hatay – Tirkîye ji dayik bûye) piştî ku di sala 1982an de ji Tirkîyê revîyabû, li Sûrîyê ji gelek îmtîyazên taybet sûd wergirtibû; ji ber ku bi rêya jina xwe ya bi navê “Melek El-Fadil” xizmatîya wî bi serokê rêjîma hilweşîyayî re hebû.