Dera-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Derayê, li hundirê mala terorîstê bi navê Muhsin El-Hêmid dest danî ser embareke çek û madeyên teqîner.
El-Hêmid serkêşê wê şaneyê ye ku berpirsa êrîşa dawî ya li ser dewrîyeyên ewlehîyê bû; êrîşa ku di encama wê de sê endamên Hêzên Ewlehîya Hundirîn şehîd ketibûn.
Yekîneyên ewlehîyê di hundirê cihê navborî de dest danî ser çek û cebilxaneyan, bombeyên vedayî yên di qonaxa amadekirinê de, tibabên mezin ên madeya (C4) a pir bihêz a teqînê, û alavên din ên çêkirinê.
Ev operasyon di çarçoveya erkên ewlehîyê yên berdewam de tê ji bo jihevxistina embarên çekan û şopandina kesên di kiryarên têkderîyê de cih girtiye, da ku ewlehî û silametîya welatîyan were misogerkirin û dawî li rewşa bêserûberîya ewlehîyê were anîn.