Heleb-SANA
Beşê Lêkolînên Tawanan ê Birêveberîya Ewlehîya Hundirîn li devera Cerablusê ya li gundewarê Helebê, kesê bi navê (Y. Y.) ji ber tevlîbûna wî di karên sextekarîyê yên berfireh de, girt.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn duh Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku lêpirsînan piştrast kir ku kesê navborî mohrên bijîşkî yên pisporîyên cuda cuda sexte kirine, û ew bi hevkarîya ligel kesine din di derxistina reçeteyên sexte de bi kar anîne, bi armanca wergirtina dermanên hişbir û metirsîdar li bajarê Cerablusê û gundewarê wê li rojhilatê Helebê.
Her wiha dîyar kir ku girtina tohmetbar piştî operasyonên çavdêrî û şopandina hûr a tevgerên wî pêk hat, da ku yekser radestî dadwerîya pispor were kirin ji bo wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî de.