Şam-SANA
Dadgeha Tawanan a Çarem, îro Sêşemê li Şamê biryara îdamkirinê li dijî tawanbar Wesîm El-Esed û desteserkirina mal û milkên wî yên guhêzbar û neguhêzbar da, piştî ku bi pêkanîna tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên şer li dijî gelê Sûrîyê di serdema rejîma hilweşîyayî de hat sûcdarkirin.
Ev yek jî di rûniştina şeşemîn a dadgehkirinê de ya ji bo biryardanê pêk hat.
Dadwer Fexredîn El-Uryan serokatîya rûniştinê dikir û hejmarek ji endamên Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz û nûnerên rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navdewletî tê de amade bûn.
Dadwer El-Uryan got: “Bi belgeyên tekez ji bo dadgehê hate piştrastkirin ku komeke çekdar a ser bi tawanbar ve li bajarokê Ceremanayê beşdarî êrîşa li ser dikaneke bazirganî, dizîna kelûpelên wê û revandina xwedîyê wê ji ber helwesta wî ya dijberîya rejîma hilweşîyayî bûye; ligel tevlibûna di operasyonên revandin û kuştina welatîyên Sûrî de li gelek deveran.”
Dadwer li dawîyê jî anî ziman ku tawanbar Wesîm El-Esed bi tawana kuştina bi zanebûn û bi qesd ya zêdetirî kesekî û bi tawanên îşkencekirinê wekî tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên şer hate tawanbarkirin û cezayê îdamê lê hat birîn, ligel desteserkirina mal û milkên wî yên guhêzbar û neguhêzbar ji bo berjewendîya xezîneya giştî.