Şam-SANA
Wezîrê Hundir Enes Xetab, êvara duh Yekşemê, fermaneke kargerî ji bo pêkanîna komîteyekê derxist da ku derbarê hûrgilîyên mirina ciwanê bi navê Mihemed Ximêre û eşkerekirina sedemên rasteqîn û mercên mirina wî, lêkolînan bike.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku fermana îdarî ya hejmar 471, biryara avakirina komîteyê bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Hundir ji bo Karûbarên Polîsan, Lîwa Ehmed Mihemed Letûf daye.
Her wiha komîte ji van endaman pêk tê: Şêwirmendê Wezîrê Hundir ji bo Karûbarên Yasayî û Mafên Mirovan Emîd Samir Mehmûd El-Huseyîn, Rêveberê Rêveberîya Doz û Şopandinên Pîşeyî Emîd Muaz Xalid El-Cemal û Rêveberê Rêveberîya Lêgerîna Tawanan Emîd Husên Elawî El-Hemadî.
Li gorî fermana îdarî, komîte bi vexwendina serokê xwe di dem û cihê ku ew dîyar dike de dicive û divê encamên xebata xwe di nava 72 demjimêran de ji dîroka derçûna fermanê pêşkêşî wezaretê bike.
Her wiha di fermanê de hat dîyarkirin ku komîte dikare ji bo serxistina erkên xwe, serî li alîkarîya kesên ku guncan dibîne bide.
