Parêzgeh- SANA
Ji ber bûyerên trafîkê ku di nav 24 demjimêrên borî de li gelek parêzgehên Sûrîyê rû dan, û tîmên Parastina Sivîl yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan destwerdana wan kir, kesek mir û 22 jî, birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Înîyê di rêya kenla xwe li ser Telegramê ragihand ku 20 bûyerên trafîkê rû dan, û di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest da, û 22ên din birîndar bûn. Wê destnîşan kir ku tîman alîkarîyên seretayî ji wan re pêşkêş kirin, ji bo dermankirinê ew veguhestin nexweşxaneyan, şûnmayên bûyeran rakirin, û cihên wan jî ewle kirin.
Her weha tîmên parastinê bersiva 110 şewatan, ku yek jê li zevî û berhemên çandinîyê, û yên mayî li (mal, firoşgeh, gîya, dar, sergo, û têlên elektrîkê) bûn, da. Agir hate vemirandin, cih hatin sarkirin, û li gor parastina sivîl zirar tenê madî bûn, bê ku tu kes birîndar hebe.





