Şam-SANA
Rêveberê Rêveberîya Daristanan li Wezareta Çandinîyê Musena El-Kati’ ragihand ku tîmên agirvemirandinê di nava 10 rojên borî de, 86 şewatên daristan û zevîyên çandinîyê li herêmên cuda cuda yên Sûrîyê kontrol kirin.
Ev yek di çarçoveya pêla germê de hat ku navçeya Deryaya Spî daye ber xwe û bûye sedema derketina gelek agir û şewatan li çend welatên herêmê.
El-Kati’ di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê ji alîyê Wezareta Çandinîyê ve li ser kanala Telegramê hat weşandin, dîyar kir ku Rêveberîya Daristanan ji berî deh rojan ve rewşa amadebaşîyê gihandîye asta herî bilind û planeke pêşwext ji bo kêmkirina zirarên jîngeh û çandinîyê meşandîye, ku di encamê de hemû şewat hatin kontrolkirin û rê li ber berfirehbûna wan hat girtin.
Navborî li dawîyê jî eşkere kir ku şewatên ku hatine vemirandin bi vî rengî hatine dabeşkirin: 16 şewatên daristanan, 27 şewatên zevîyên çandinîyê, 35 şewatên gîya û strîyan, her wiha 3 şewat li cihên avêtina gilêşê û 5 şewat jî li kêleka rêyan.

