Hema-SANA
Sazîya Bersivdana Awarte, duh Pêncşemê, kevirê bingehîn ê projeya nûjenkirin û peydakirina sîstemên enerjîya rojê ji bo stasyonên ava vexwarinê yên li gundewarê Hema û Îdlibê, bi hevkarîya Navenda Şah Selman a Siûdî ya Alîkarî û Karên Mirovî û Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê, danî.
Stasyonên avê, li gundewarê bakur û rojhilatê Hemayê dikevin; li El-Mibeten ku avê dide zêdetirî 4 gundan, El-Simre û Um Harteyn ku avê didin 3 gundan, û tevahîya hejmara welatîyên sûdwergir bi zêdetirî 35 hezar kesî tê texmînkirin, ligel stasyona El-Hemdanîyê li gundewarê başûrê Îdlibê.
Di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê, Rêveberê Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Hemayê Endazyar Ebdulsetar El-Elî dîyar kir ku nûjenkirina stasyonên navborî hemû amûr û binesazîyên pêwîst mîna depoyên avê, tor, sîstemên enerjîya rojê û alavên elektrîkî û mîkanîkî li xwe digire.
Li dawîyê jî destnîşan kir ku ev stasyon piştî bidawîbûna amadekirina wan, dê xizmeta nêzîkî 42 hezar kesî ji şênîyên bajarok û gundên herêmê bikin, yên ji ber kêmasîya ava vexwarinê dinalîyan.


