Şam-SANA
Lêkolînên ku ji alîyê Sazîya Navendî ya Çavdêrîya Darayî ve hatine kirin, dosyaya gendelîyeke darayî li Nexweşxaneya Zanîngeha Helebê di serdema rejîma hilweşîyayî de eşkere kir, ku ji sextekarî û dizîna pereyan pêk dihat.
Ev yek di çarçoveya karê sazîyê de ji bo pişkinînkirina karên dezgehên giştî û parastina wan ji destkarîkirina malê giştî tê kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya sazîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku piştî karên hejmartinê yên embara pêdivîyên bijîşkî li Nexweşxaneya Zanîngeha Helebê, derket holê ku kêmbûneke mezin di madeya “şaşê bijîşkî yê qatkirî” de heye.
Di dema lêkolînê de hat piştrastkirin ku berpirsê embara pêdivîyên bijîşkî li nexweşxaneyê bi hevkarîya berpirsê embara sektora giştî li şaxê Sazîya Bazirganî ya Sûrîyê li Helebê 10ton ji vê madeya bijîşkî talan kirine.
Lêkolînan nîşan da ku proseya talankirinê bi rêya destkarîkirina belge û daneyên taybet bi tomarên embarê û amadekirina memorandumên wergirtinê yên sexte pêk hatiye, da ku wisa nîşan bidin ku made hatiye wergirtin bêyî ku bi rastî were radestkirin. Ev yek li gorî encamên rapora lêkolîna destpêkê hate ragihandin.