Şam-SANA
Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê, duh Pêncşemê, wekî test, her du malperên elektronîk ên fermî yên her du balafirgehên navneteweyî yên Şam û Helebê, di çarçoveya xebata xwe ya pêşxistina xizmetguzarîyên dîjîtal û pêşkêşkirina hêsankarîyan bo rêwîyan û kesên ku li agahîyan û xizmetguzarîyên elektronîk vedigerin, dan weşandin.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku armanca qonaxa ceribandinê wergirtina têbînîyên bikarhêneran û pêkanîna pêşxistina teknîkî ya pêwîst e, ji bo ku amade be ku bi rengekî fermî were weşandin.
Her wiha da zanîn ku malperên elektronîk komek xizmetguzarî û agahîyan dabîn dikin, ku yên herî girîng bernameyên geştan in. Her weha wergirtina gilî û pêşnîyaran, kelûpelên winda, agahîyên derbarê şirketên ku li her balafigehekî dixebitin û gelek xizmet û agahîyên din ên her balafirgehekê ku hêdî hêdî tên nûkirin.
Desteyê da xuyakirin ku ev her lînk berdest in ji bo serdana malperê:
– Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê:
– Balafirgeha Navdewletî ya Helebê:
Ji alîyekî din ve jî, deste di vê qonaxa ceribandinê de pêşwazî li têbinî û pêşnîyarên ku dê bikevin xizmeta pêşxistina malperê û bilindkirina kalîteya xizmetguzarîyên ku pêşkêşî rêwîyan dibin, dike.