Şam-SANA
Wezîrê Karên Dereve û Koçberan, Es’ed Hesen El-Şeybanî, tekez kir ku temambûna avakirina Encumena Gel, nîşaneke nû ya biryardarîya neguhêr ya Sûrîyê ye, ji bo derbaskirina hemû astengîyan û berdewamkirina pêşveçûnê di prosesa avakirina sazîyên dewletê de, bi wayekî kartêker û xwedan şîyan.
Wezîr El-Şeybanî, di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê, îro Çarşemê, pîrozbahîyên xwe yên ji dil bi helkefta vê destkeftîya neteweyî pêşkêşî gelê Sûrîyê kirin, her weha spasî û pêzanîna xwe arasteyî keda giranbiha ya Komîteya Bilind a Hilbijartinan ji bo biserxistina vê prosesê anî ziman, û hêvîya serkeftinê bo endaman di erkê wan ê xurtkirina aramî û geşepêdana Sûrîya nû de kir.