Şam -SANA
Dezgeha Sûrî ya Berîdê, ofîseke xwe ya nû li avahîya Edlîya Gundewarê Şamê vekir, da ku xizmetên berîdî û darayî yên cuda pêşkêş bike, her weha ev xizmet derxistina belgeyên bêsûcîyê, nekarmendîyê, dayîna mûçeyên malneşînan, hewaleyên pereyan û kişandina pereyan bi rêya Sham Cashê li xwe digirin.
Rêveberê Dezgehê, Îmadedîn Hemed û Dozgerê Giştî Samir Qedûr, tekez kirin ku armanca vê vekirinê berfirehkirina cografî û hêsankirina karûbarên rojane yên welatîyan e, di rêya meşandina karên wan li yek cihî û kêmkirina ked û dema wan, ligel plandanîna zêdekirina xizmetguzarîyên nû di pêşerojê de.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Berîda Şamê, Ehmed Xîtî, dîyar kir ku ev ofîs piştî ku 15 salan tenê ji bo berîda hikûmî hatibû veqetandin, niha bi xizmetguzarîyên berfireh hatiye erkdarkirin. Ev pêngav hevdem ligel vekirina vê dawîyê ya Navenda Berîdê ya Tedmurê ye, ji bo xurtkirina xizmetguzarîyan li herêmên cuda cuda yên welat.


