Şam-SANA
Serokê Sendîkaya Endezyarên Sûrîyê Malik Hac Elî tekez kir ku karên nirxandina meydanî ya komîteyên pispor ên sendîkayê bo şûnwarên dîrokî û keleporî li parêzgeha Dêrezorê ewlebûna wan nîşan da. Her wiha dîyar kir ku ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê tu zîyaneke rasterast negihîştiye wan cihên dîrokî.
Hac Elî di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re da zanîn ku sendîkayê ji destpêka bilindbûna asta avê ve, bi rêya komîteyên xwe yên pispor û bi hevahengîya alîyên peywendîdar, rewşa şûnwar û cihên keleporî li parêzgehê dişopand, da ku asta herî bilind a parastinê ji bo wan were misogerkirin.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Şaxê Dêrezorê yê Sendîkaya Endezyaran Osame El-Mihemed di daxuyanîyeke taybet bi SANAyê de, dîyar kir ku Komîteya Keleporê li Dêrezorê ji kêlîyên pêşî yên bilindbûna asta avê ve planeke şopandina meydanî danîbû ku hemû şûnwarên li ser dirêjahîya çemê Firatê li xwe girtibû.