Şam-SANA
Desteya Giştî ya DergehênSînorî û Gumrikê ya Sûrîyê, ragihand ku wan dest bi radestkirina kelûpelên kesane yên nêzî 300 malbatên Sûrî kirîye, yên ku ji ber alozîya rêkaran û astengîyên ku ji hêla rejîma berê ve hatibûn sepandin, bi salan e di Bendergeh Laziqîyê de asê mabûn.
Desteyê eşkere kir ku wê wek bersivdana gilîyên welatîyan lêkolîneke berfireh daye destpêkirin, daku astengîyên îdarî û qanûnî çareser bike û vegera emanetan ji xwedîyên wan re bêyî tu xercên zêde misoger bike.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Çavdêrîya Navxweyî li Bendera Wail Bakîr, tekez kir ku sê konteynirên ku kelûpelên malbatên koçber tê de bûn hatine dîtin, û ji bo amadekarîya radestkirina wan a li pey hev, pêvajoya dabeşkirin û birêkûpêkkirinê dest pê kirîye. Ev gav di çarçoveya hewildanên parastina mafên welatîyan û xurtkirina bawerîya bi sazîyên giştî de tê avêtin.






