Şam-SANA
Wezareta Navxwe beyannameyek weşand ku tê de şert û rêbazên wergirtina moletê ji bo xwepêşandanên aştîyane, û rêkarên ku divê ji hêla rêkxeran ve werin raçavkirin, hatine ronîkirin. Her wiha berpirsyarîyên sazîyên peywendîdar di dabînkirina parastinê de û cezayên li ser kombûnên bêmolet hatine destnîşankirin.
Wezareta Navxwe tekez kir ku ev beyanname xwe dispêre biryarên Danezana Destûrî û qanûnên berkar ên ku mafê xwepêşandana aştîyane garantî dikin. Di heman demê de, wezaret li ser pêwîstîya parastina ewlehî, pergala giştî, parastina milk û malan û misogerkirina birêveçûna baş a dezgeh û sazîyên giştî rawestîya.
Li gorî beyannameyê, ji bo rêkxistina her xwepêşandaneke aştîyane pêwîst e komîteyek ji serokek û herî kêm du endaman were avakirin. Ev komîte dê daxwaznameya moletê pêşkêşî parêzgeha peywendîdar bike. Piştre parêzgeh daxwaznameyê di nava 24 saetan de ji komîteya pispor re dişîne da ku lêkolîn bike û biryara xwe bide.
Komîte di nava pênc rojan de, ji dîroka tomarkirina daxwaznameyê li dîwana parêzgehê, biryara xwe dide. Heke di nav vê demê de tu bersiv neyê dayîn, ev wekî “pejirandin” tê hesibandin.
Di rewşa redkirinê de, divê biryar bi hincet be. Mafê alîyê organîzator heye ku li ber Dadgeha Dadwerîya Îdarî îtiraz bike û dadgeh di nava hefteyekê de biryara xwe ya dawî dide.
Beyannameyê dîyar kir ku sazîyên peywendîdar ên Wezareta Navxwe dê parastina pêwîst ji bo xwepêşandanê dabîn bikin û di çarçoveya qanûnan de alîkarîyê bikin. Li hêla din, pêwîst e komîteya organîzator pergalê biparêze û rê li ber her gotin an kiryarekê bigire ku li dijî naveroka moletê be.
Her wiha hat destnîşankirin ku beşdarbûna bi çek, çi bi molet be yan bê molet, qedexe ye. Li gorî qanûnê, her amûreke birîndarker, birrek an qulker wekî çek tê hesibandin.
Mafê wezaretê heye ku daxwaza bidawîkirina xwepêşandanê ji komîteyê bike, heke şertên moletê werin binpêkirin an alozîyek derkeve ku zirarê bide pergala giştî. Heke komîte nikaribe vê yekê bike, dê wezaret bi xwe xwepêşandanê ji hev belav bike.

