Parêzgeh-SANA
Di encama 8 bûyerên trafîkê de 4 kesan jîyana xwe ji dest da û 12 kesên din jî birîndar bûn, ku tîmên Berevanîya Sivîl ên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan di 24 demjimêrên borî de li parêzgehên cihêreng bersiv dabûn wan.
Berevanîya Sivîl duh Çarşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku tîmên wan alîkarîya yekem ji bo 5 birîndaran pêşkêş kirine û ew veguhastine nexweşxaneyan da ku dermankirina pêwîst werbigirin, lê birîndarên din ji alîyê sivîlan ve hatine veguhestin. Her wiha bermahîyên bûyeran hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin da ku tevgera trafîkê ji bo welatîyan hêsan bibe.
Berevanîya Sivîl bang li ajokaran kir ku pêdivî ye leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya wesayîtan piştrast bin û xwe ji wan tevgerên ku di dema ajotinê de bala mirov belawela dikin (wek bikaranîna telefona destan) dûr bigirin.