Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte Raid El-Salih tekez kir ku mayîn û paşmayên şer, metirsîdartirîn astengîyên li pêşîya Sûrîyê ne, ji ber ku rojane canê sivîlan û karkerên pûçkirina mayînan ji nav dibin.
Raid El-Salih hişyarî da derbarê “deryayeke mayînan” li Sûrîyê ku nexşeyên wê nînin, û ragihand ku hewl hene ji bo anîna teknolojîyên Almanî yên pêşkeftî da ku paqijkirina axê xurt bikin. Wî destnîşan kir ku ev xebat veberhênaneke stratejîk e di warê ewlehîya xurekê, parastina zarokan û dabînkirina vegera koçberan de.
“Tora Sûrî ya Mafên Mirovan” kuştina 3799 sivîlan (di nav wan de 1000 zarok) ji ber mayîn û bombeyên kûşeyî (inqûdî) li Sûrîyê ji sala 2011an ve heta Nîsana 2026an belge kiriye. Torê tekez kir ku ev paşmayên şer piştî rawestandina şeran jî, wekî mezintirîn metirsî li ser jîyana niştecihan dimînin.

