Şam-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûrîyê pêşwazî li vegera kompanyên balafiran bo bernamekirina geştên wan ji bo û ji Balafirgeha Navdewletî ya Şamê kir. Ev gav wekî nîşana vegera bawerîyê bi sektora balafirvanîya sivîl li Sûrîyê tê hesibandin.
Rêveberê Ofîsa Ragihandinê Mistefa Xêrula îro Çarşemê ji SANAyê re dîyar kir ku nûjenkirina binesazîyê û xurtkirina amadebaşîya Balafirgeha Navdewletî ya Şamê berdewam e. Ev yek beşdarî pêkanîna daxwazên rêw’yan û hevparên sektora veguhastina asmanî dibe û asta xizmetên li balafirgehê bilind dike.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî Omer El-Huserî, di 8ê vê mehê de vekirina hemû rêyên asmanî yên ku berê hatibûn girtin û destpêkirina tevgera asmanî di qada asmanî ya Sûrîyê de ragihandibû.