Şam-SANA
Sûrîye sûcê ku hêzên dagirker ên Îsraîlê pêk anîye, ku tê de otomobîleke sivîl bi topeke tankê li gundê Ze’rûre li gundewarê Quneytirayê armanc girt û bû sedema kuştina welatîyekî sivîl, bi tundî şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de duh Înê tekez kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya yasaya mirovî ya navdewletî ye, û berdewamîya sîyasetên êrîşkar ku sivîlan dikin armanc û jîyana wan dixin metirsîyê, nîşan dide.
Wezaretê şermezarkirina Sûrîyê ji bo vê tawanê anî ziman, û bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyarîyên xwe yên qanûnî û mirovî bîne cih û pêngavên lezgîn ji bo rawestandina van binpêkirinên dubarebûyî biavêje.