Parêzgeh – SANA
Tîmên Parastina Sivîl ragihandin ku ew di nava saetên borî de li çend parêzgehan bi hewara 8 qezayên trafîkê ve çûne. Di encama van qezayan de zilamekî jîyana xwe ji dest da û 21 kesên din jî birîndar bûn.
Berîya ku tîmên Parastina Sivîl birîndaran bibin nexweşxaneyan, dermankirinên destpêkî ji wan re pêşkêş kirin, û daxwaza baldarîyê û kêmkirina lezê û piştrastbûna ji saxlemîya frêman û amûrên paqijkirina caman, ji şofêran kirin.
Di heman çarçoveyê de, tîman 37 şewatên ku li mal û dukanan derketibûn vemirandin, ku di encama wan şewatan de kesekî jîyan xwe ji dest da. Kadroyên Parastina Sivîl ji bo xurtkirina selametîya giştî, kampanyên hişyarkirinê yên dem bi dem berdewam dikin.





