Şam – SANA
Wezareta Geştyarîyê ya Sûrîyê ragihand ku li gorî daneyên wezaretê, hejmara geştyarên Ereb, biyanî û Sûrîyên li derveyî welat ên ku ji dema rizgarkirinê heta dawîya Mijdara borî hatine Sûrîyê, zêdetirî 3.5 milyon kesî bûye.
Mazin El Salihanî, Wezîrê Geştyarîyê, di daxuyanîyekê de ji ajansa SANAyê re tekez kir ku ev hejmar nîşan dide ku Sûrîyê wek cihê geştyarîyê careke din bala herêmî û cîhanî kişandîye, ev yek jî veberhênanê teşwîq dike.
Her wiha amaje bi başbûneke berbiçav a geştyarîya navxweyî jî kir û got, “Ev yek jî bi saya bawerîya welatîyan bi ewlehîyê û vegera çalakîyên çandî pêk hatîye.”
Derbarê veberhênanê de, Wezîr Salihanî da zanîn ku rêjeya karkerên navxweyî di girêbestên nû yên ji bo pêşxistina otêl û havîngehan de gihiştîye 70%ê, di heman demê de qezenca otêlên ser bi wezaretê ve %170 zêde bûye.
Wî tekez kir ku sektora geştyaîyê piştî rizgarkirinê sektora herî bilez e ku ber bi başbûnê ve diçe.