Şam-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Parastina Sûrîyê piştrast kir ku rêxistina HSDê di roja yekem a muhleta agirbestê de, zêdetirî 35 caran xalên Artêşa Sûrîyê armanc girtine; di encama van êrîşan de 11 leşker şehîd bûn û zêdetirî 25 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê êvara duh Sêşemê ragihandibû ku ji saet 20:00an û bi şûn de li hemû enîyên operasyonên Artêşa Sûrîyê agirbest hatiye ragihandin. Wezaretê dîyar kiribû ku ev biryar dê ji dîroka ragihandinê ve 4 rojan berdewam bike, ev yek wekî pabendbûna bi lihevkirinên ku dewleta Sûrîyê bi HSDê re ragihandine û ji bo serxistina hewldanên niştimanî pêk hatiye.