Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku sazîyên dewletê dê derbasî her sê parêzgehên rojhilat û bakurrojhilat bibin û hemû dosyayên hilawistî ligel HSDê dê werin çareserkirin.
Serok El-Şeri’ di dema konferanseke rojnamevanîyê de piştî îmzekirina peymana agirbestê û tevlîkirina temamî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de got: “Dewleta Sûrîyê dewleteke yekgirtî ya navendî ye di biryarê de û sazîyên dewletê dê derbasî hemû erdnîgarîya Sûrîyê bibin, û dê hemû karûbarên herêmê bi rê ve bibin. Lê li hinek herêmên xwedî taybetmendî, dê wergirtina endamên ewlehîyê ji xelkê wan herêman be.”
Derbarê hevdîtina ligel fermandarê HSD Mezlûm Ebdî, Serok El-Şeri’ got: “Ji bo hevdîtina Mezlûm Ebdî soza me hebû, lê ji ber xirabîya rewşa keşûhewayê heta sibê hat paşxistin.”
Serok El-Şeri’ axaftina xwe wiha qedand: “Em şîretê li eşîrên xwe yên Ereb dikin ku aram bin û rê li ber sepandina bendên peymanê vekin.” Her wiha dîyar kir ku derfet ji bo her sê parêzgehan çêbûye ku hilbijartinên Encumena Gel pêk bînin û mîna parêzgehên din beşdarî nûnertîyê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku Serok Ehmed El-Şeri’ bendên peymana agirbestê û tevlîkirina temamî di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de îmze kiribû ku agirbesteke giştî û yekser li ser hemû enîyan û xalên têkilîyê di navbera her du alîyan de li xwe digire, ligel vekişîna hemû pêkhateyên leşkerî yên ser bi “HSD”ê ve bo herêma rojhilatê Firatê wek gavake amadekarîyê ji bo jinûve belavbûnê.