Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku ew rewşa meydanî ji nêz ve dişopîne, piştî ku fermandarê rêxistina HSDê vekişîna hêzên xwe ji rojavayê çemê Firatê ragihand.
Îro Şemîyê, Desteya Operasyonan di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “Hêzên me amade ne bikevin herêmê ji bo vegerandina aramîyê û sepandina serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê, û amadekirina zemîna vegera welatîyan bo malên wan, û destpêkirina vegerandina rola sazîyên dewletê.”
Desteyê her wiha got: “Em pêkanîna biryara ragihandî ji alîyê rêxistina HSDê ve dişopînin, û em ji bo hemû senaryoyan amade ne,” û amaje pê kir ku di dema vekişînê de rêxistina HSDê armanc nayê girtin.
Wezareta Parastinê ya Sûrîyê pêşwazîya biryara vekişîna rêxistina HSDê ji herêmên rûbirûbûnê yên rojavayê çemê Firatê kiribû, û tekez kiribû ku ew dê temamkirina vê vekişînê bi hemû alav û endaman ber bi rojhilatê çêm ve bi hûrgilî bişopîne.