Şam-SANA
Meclisa Îftayê ya Bilind li Sûrîyê tekez kir ku rakirina du sifiran ji diravî, tenê pêngaveke îdarî ye û bandorê li ser mafên darayî yan jî deynan nake, û destnîşan kir ku îstixlalkirina vê pêngavê ji bo bilindkirina nirxan an zirar gihandina mirovan, li gorî şerîetê heram e.
Meclisê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku proseya guhertina diravî ji bo bidestxistina berjewendîya giştî û birêxistina karûbarên diravî pêk hat, da ku hêsanî û aramîya danûstandinan misoger bike, û piştî lêkolîna mijarê ev xalên jêrîn tekez kirin:
- Rakirina du sifiran ji diravê nîştimanî pêngaveke rêxistinî û îdarî ya safî ye, nirxê deynan naguherîne û dest nade mafên darayî yên heyî.
- Deyn, peyman, mehr û hemû pabendîyên darayî parastî ne û li gorî şerîetê derbasdar in, û bi awayekî hesabî vediguherin diravê nû bi nirxekî hevseng bêyî zêdekirin an kêmkirin. Mînak: Deynê ku sed hezar lîre bû, dibe hezar lîre bi heman nirxî, û bi vî awayî di hemû danûstandinan de.
- Guhertina diravê neqdî bi radestkirina diravê kevn û wergirtina nirxê hevseng bi diravê nû pêk tê, bêyî zêdekirin an kêmkirin, û divê yekser dest bi dest bê paşxistin be. Derbarê hesabên bankî de jî, bes e ku balansa bi nirxê hevseng bi diravê nû di navbera her du alîyan de xuya bibe.
- Îstixlalkirina vê pêngavê ji bo zirar gihandina mirovan, wekî bilindkirina nirxan an kêmkirina mafên wan, li gorî şerîetê heram e, ji ber ku ev yek zilm e û xwarina malê mirovan bi neheqî ye.
Meclisê di dawîya daxuyanîya xwe de da zanîn ku aramîya danûstandinên darayî armanceke şer’î ya birûmet e, û hevkarîya li ser wê erkekî şer’î ye, ji ber ku ev yek bawerîyê xurt dike, mafan diparêze û berjewendîya giştî pêk tîne.
El-Husrîye: Têgihiştineke kûr ji bo pêdivîyên rastîya aborî nîşan dide
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê, Ebdulqadir El-Husrîye, giringîya fetwayê tekez kir û amaje bi wê yekê kir ku ew di dema guncaw de hat da ku fiqheke zexm û têgihiştineke kûr ji bo rastîya aborî nîşan bide, ligel parastina prensîbên şerîetê.
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku fetwa rola nirxên olî wekî çarçoveyeke exlaqî ji bo aborîyê tekez dike ku dadmendî û bawerîyê misoger dike, û giringîya temamkarîya di navbera sazîyên şer’î û fermî de ji bo xizmeta berjewendîya giştî derdixe pêş.
El-Husrîye bal kişand ser wê yekê ku hevgirtina hewldanên dewletê, sazîyên olî û civakê pêwîst e ji bo avakirina pergaleke aborî ya hevseng û şefaf, û spasîya xwe ji Meclisa Îftayê re ji ber rola wê ya niştimanî û berpirsyar anî ziman.
Rêveberê Banka Navendî ragihand ku yekê Kanûna Duyem a 2026an dema destpêkirina guhertina diravî ye, û ev yek di çarçoveya planekê de tê ku armanc dike hesaban hêsan bike û karîgerîya danûstandina diravî baştir bike.
Daxuyanîya Meclisa Îftayê ya Bilind di vê çarçoveyê de tê, da ku welatîyan ji alîyê şer’î û aborî ve dilrehet bike, û tekezîyê li ser parastina mafên darayî bike û rê li ber her kiryareke ku dibe proseya guhertina diravî îstixlal bike, bigire.