Şam-SANA
Pêkhateyên Xiristîyan li Sûrîyê bi merasîmên olî û nimêjan li parêzgehên cuda, salvegera jidayikbûna Hezretê Îsayê Mesîh, pêxemberê hezkirin û aştîyê, pîroz kirin. Li Katedralên Şam, Hims û Tertûsê bi beşdarbûneke berfireh a fermî û gelêrî rêûresm bi rê ve çûn, patrîk û metranan serokatîya ahengan kirin, di gotarên xwe de tekezî li ser wateyên bilind ên cejnê yên wekî lêborîn, lihevhatin û rûmeta mirovahîyê kirin.
Patrîkên rêzdar Yûsif El-Ebsî û Yuhanna El-Yazicî bal kişandin ser pêwîstîya vekirina dilan ji bo çesipandina nirxên dilovanî û hevkarîyê bi armanca avakirina pêşeroja welat. Li Hims û Tertûsê jî, atmosfereke hêvî û yekîtîya neteweyî dîyar bû, di gotaran de tekez kirin ku cejna jidayikbûna Hezretê Îsayê Mesîh roja civandina tevaya Sûrîyan bi hemû civakên xwe ye, ji bo bicîanîna armanca avakirinê û çareserkirina kêmasîyan dûrî jiberhevketin û cudahîyê.
Rêûresmên pîrozkirina cejnê bi duayên ji bo vegirtina sîwana ewlehî û aramîyê li seranserê Sûrîyê bi dawî bûn. Welatîyan hêvî kirin ku ev cejn bibe destpêka xêrê, aramîyê bîne û yekparçeyîya welat biparêze, û tekez kirin ku dê cejin her dem wekî werzeke mirovî bimîne, dilan bike yek li ser nirxên nîyazpakî, rastî û bedewîyê.
















