Şam-SANA
Wezareta Veguhastinê mercê encamdana pişkinîna teknîkî di karên veguhastina milkdarîyê û guhartina plaqeyan de ji bo wesayîtên Sûrî yên li rêveberîyên veguhastinê qeydkirî, betal kir. Ev biryar wesayîtên kevn jî li xwe digire, ji bilî wesayîtên ku pêdivîya wan bi temamkirina zanyarîyên elektronîkî (kompîterî) heye.
Rêveberê Veguhastina Şamê Mamûn Ebdulnebî ji nûçegihana SANAyê re dîyar kir ku pişkinîna teknîkî li ser amûrên pişkinînê yên taybet bi wesayîtên ku nû derbasî Sûrîyê bûne û plaqeyên demkî hildigirin, hat rakirin.

Ev pêngav di çarçoveya nûjenkirin û pêşxistina sîstemên kompîterî li rêveberîyên veguhastinê û baştirkirina girêdana elektronîk di navbera alîyên peywendîdar de tê. Ev yek dibe sedema hêsankirina karên îdarî, kêmkirina qerebalixîyê û bilezkirina pêşkêşkirina xizmetguzarîyan ji bo welatîyan.

