Şam-SANA
Alîkarê Wezîrê Berevanîyê yê Herêma Bakur Emîd Fehîm Îsa, bi amadebûna Fermandarê Hêza 72 a Artêşa Erebî ya Sûrîyê Emîd Eqîl Amir û hejmarek efserên fermandar, civîneke berfireh li devera “Kanîya Aştîyê” pêk anî.
Wezareta Berevanîyê li ser hesabê xwe yê Telegramê dîyar kir ku di civînê de geşedanên meydanî yên herî dawî, amadehî û belavbûna yekîneyên leşkerî li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Ev civîn û serdan di çarçoveya gerên meydanî de ne, ku armanc dikin asta amadebûna şerkarî û kargerî di nav yekîneyên Artêşa Erebî ya Sûrîyê de bişopînin.

